Encamên hilbijartinan

Mûrad Ciwan

Hilbijartinên 24-ê çileya pêþîn a 1995-an hin encamên balkêþ bi xwe re anîn. Di vê nivîsa xwe de, dixwazim, qasî ku ez dibînim li ser van encaman rawestim.

Berî her tiþtî, her çendî gellek partî baþdarî helbijartinan bûn jî, ev hilbijartin di welatekî wisa de çêbûn ku hê gellekî ji demokrasiyê dûr e, hilbijêrên vî welatî nikarin îradeya xwe ya rastîn diyar bikin.

Tê gotin ku nifûsa vî welatî 65 milyon e. Ji 15 milyonan zêdetir ê vê nufûsê Kurd in ku ji hemû maf û azadiyên xwe yên millî û însanî bêpar in.

Li ser seranserê axa ku Kurd lê dijîn þerekî germ, kuþtin û malwêrankirin li dar e. Ji sê hezaran bêtir gund hatine þewitandin û xerakirin, sê milyon û nîv Kurd ji van waran hatine koçbarkirin. Ekonomiya Kurdistanê bi îndustrî û çandiniya xwe, bi avayî û bazirganiya xwe hatiye felckirin. Belengazî, bêkarî, birçîbûnî, nexweþiyên fîzîkî, psîkolojîk û exlaqî di civakê de berbelav bûne. 15-20 milyon Alewî ji mafên xwe yên etno-dînî bêpar in, dewlet bi çavekî mirovayî li wan nanihêre, muamela zirbaviyê bi wan re dike.Kutleyên dîndar ên musulman ên xwedan terîqet û yên ku dixwazin li gorî esasên baweriyên xwe bijîn (ku ew jî bi milyonan kes in) teror û tehdîda Kemalîst li ser xwe dibînin. Eqaliyetên milî yên wekî Ereb, Laz, Asûrî-Suryanî, çerkez, Rûm, Ermenî û wekî din, yên dînî Xiristiyan, Êzîdî û yên din bi darê zorê welê hatine hiþkirin ku nikarin bêjin ''em ne serbest in'' jî.

Medyayek bêteref û azad li Tirkiyê tuneye. Rojname, televîzyon û radyoyên dewletê û yên þexsî bi hev re sejde birine ber îdeolojiya resmî, ji çarçeva hudûdê ku wê daniye dernakevin. Li aliyê din her grûbeka medyayê bûye berdevkê partiyeke resmî û propaganda wê partiyê dike. Hîn jî hudûd û awayê jiyana însanan û eþkerekirina bîr û baweriyan ji alî ordiyê ve tê tesbîtkirin. Gava ku pirs were ser noxta dawîn, þêl û fikreke ku ordî li hemberî wê be zû bi zû tê rawestandin.

Dewlet weka dêwekê ketiye ser dilê milletî. Siyasetmend û burokrat, bi saya dewasatiya vê dewletê ked, sermiyan û hebûna milletî talan dikin, didizin û çarçûr dikin.

Dezgehên xwendin, ilim û îrfanê, xwendegehên nizm û bilind hemî bi dewletê ve hatine girêdan, ji ilim, azadî û heqîqetan bêpar mane, bûne berdevkên siyaseta serdest.

Jin, ciwan û zarokên vî welatî di bin dijwarî û bindestiyên giran de ne, di jiyana civakî û siyasî de bêpar in. Bi deh milyonan însan ji bo ku bêkar in, an xwedan karekî kêmmeaþ in, ji bo ku ketine gaîla jiyana xwe û zarokên xwe, na taqetê, ne wextê û belkî jî ne dilxwaziyekê di xwe de dibînin ku berê xwe bidin pirsgirêkên welêt. Rewþa giran û têkilhev ew kor, kerr û lal kirine.

Bi milyonan însan ji emniyeta can û malên xwe bêpar in, qîmeta jiyana însan bûye pênc pere. Tehdîtkarê herî mezin ê li ser jiyana însanan bi dezgehên xwe yên sivîl û eskerî û yên dizî û eþkere dewlet bi xwe ye.Piþtre mafiyayên piçûk û mezin, þebekên têr û birçî tehdîdê dibin ser jiyana însanan. Ji bo pariyekî nan roj derbas nabe ku însan neyên kuþtin, mal neyên wêrankirin, namûsa jin û keçan binpê nebe.

Dawiya hijmartina xerabiyên ku li Turkiyê rû didin nayê. Gava li welatekî rewþ bi vî awayî be, ne mumkun e ku ew karibe hilbijartineke demokratîk bike ku hilbijêrên wî welatî îradeya xwe ya rastîn derxin meydanê. Encamên hilbijartinên vê dawiyê jî helbet îradeyek demokratîk û rastin dernexistin. Tevî vê jî bi kêmasî di van çend salên pêþiya me de ev hilbijartin wê li ser qedera civakên Turkiyê rolekê bilîzin. Loma jî bivê nevê meriv wê pirsê dike ku ka gelo tevî hemû halan, hilbijartinan çi encam dan?

Adet e, çi çep çi rast hema hema tevayiya ronakbîran li Tirkiyê li ser tesbîtekê mutefiq in. Piþtî her hilbijartinê îdîa dikin ku milet bi aqilê xwe yê selîm hereket kir û encamên herî baþ derxist. Ev îdîa di vê hilbijartinê de jî tê tekrarkirin. Xwedêgiravî riya herî baþ, milletê bi dengê xwe rêdaye, yanî zarûreta yekbûna ANAP û DYP-ê û avakirina hukumetekê ji yekîtiya wan. Partiya Refahê jî mesaja hilbijêran li gorî xwe eþkera dibîne û dibêje ku xwedêgiravî milletî hukumet daye Refahê.

Piþtî hilbijartinan pênc partî ketine meclisê. Partiya herî mezin ku Refah e %21 dengan girtiye. Du partiyên baskên rast (DYP û ANAP) her yekê % 19-yê dengan girtine. Partiya çep a nasyonalîst DSP % 14 û partiya mîratxura Kemalîzmê CHP %10,5-ê dengan wergirtine. Benda li ber kevtina hundurê parlamentoyê %10 e. Partiyên din di binê hudûdê vê bendê de man. MHP-ê %8,5-ê dengan û HADEP-ê ku bûbû þemsiya Bloka Ked, Aþtî û Azadiyê % 4,17-ê dengan girt.

Li hemberî encaminî wiha bi hezîmet, "dalqawuqiyek" mezin e ku meriv bibêje mesaja vî milletî mesajeke aqilê selîm e û eþkere ye û hela hela dixwaze ku her du partiyên baskên rast bi yek bin û hukumetê deynin. Encam belkî jî ji hemuyan zêdetir ew e ku millet tevî ew qas dijwarî û perîþaniyan jî hukumetek nuh dernexistiye, qerara xwe li ser avabûna hukumetê diyar nekiriye. Hukumet ji partiyên berê yên ser hukum stendiye lê nedaye tu partiyên muxalif. Ev wê encamê jî diyar dike ku hilbijêr çi li ser hukum çi ji li muxalefetê ji hemû partiyên îro yên resmî bêzar e, baweriya xwe bi wan nayne, riya þareserkirinên problemên xwe di hukumetbûna wan de nabîne. Lê milletî bi aqlê selîm hereket nekiriye û bi reyên xwe hukumetek dernexistiye, loma jî avakirina hukumetê cardin di destê wan partiyan de maye ku ew ji wan ne raziye.

Siyaseta Turkiyê bi tevayî di îmtîhanê de maye, bêîstîkrartir û qelstir bûye. Di nava vê þikestina tevayî de yên ku herî bêtir þikast xwarine ANAP û CHP ne. Ji ber ku ANAP tevî ku partiya muxalefetê bû jî ev þikest xwariye meriv dikare bibêje ku ya herî bêkêr ew derketiye. Refah li gorî ku di muxalefetê de bû jî zêde pêþde neçûye û ne rast e ku meriv para serkeftineke mezin bide vê partiyê. DSP-ê dengên hin hilbijêrên baskên rast û yên nasyonalîstên kemalîst girtin û ji bo xwe serkeftinek bi dest xist. Meriv dikare bibêje ku li welatekî ku hingiya di nav siyasiyan de talankerî, dizî û derew bûne adet û durustî bûye meziyetek mezin, Ecewît îmajeke durustbûnê da xwe û bi vî awayî dengên xwe zêde kirin.

Partiya herî serkeftî di nava vê þikesta tevayî de DYP ye ku wê jî ev yek bi saya jinbûna seroka xwe û propaganda yekîtiya gumrukê, her wiha bi saya endamên xwe yên nuh; þefên polîsan, waliyên Kurdistanê, generalên ordiyê û burokratên mezin ev yek bi dest xistiye.

Di encama van hilbijartinan de kadroyên partiyan ji demên berê pirtir ew kes in ku statukoîst, bi dewletê ve girêdayî, paþverû, otorîter û olperest in, li dijî demokrasiyê, lîberalîzekirina aborî û siyaseta welêt û pêþdebirina civakê ne. Bi vê xusûsiyeta xwe jî hilbijartinan welat ne ku bi pêþ de, lê bi paþ de biriye.

Di vê hilbijartinê de divê meriv bi awayekî taybetî balê bikþîne ser rewþa HADEP-ê ku bû þemsiye ji bo Bloka Ked, Aþtî û Azadîyê.

Tevî hemî dijwarîyên ku li jorê hatin diyarkirin ew dengên ku HADEP-ê li bajarên Kurdistanê girtin nîþana serkeftineke hêja ne. Diyardeya wê yekê ye ku, mesele wekî ku dewlet îddîa dike, bi ''terora PKK-ê û pêþîka derva'' nayê îzahkirin û bi kuþtin û lêdanê nayê çareserkirin. Milletek dawa mafê xwe yê rewa dike, doza aþtî û azadiyê dike. Turkiye îdî ne li qada netewî ne jî li ya navneteweyî dikare van dengan veþêre. Divê bersîvekê ji pirsên vî potansiyelî re bibîne. Ev potansiyel, heke bi zanîn û hiþyarî xwedî lê bê derketin di mesela çareserkirina pirsa Kurdî de, her ku here wê cîh li siyaseta îroyîn a dewleta Tirk teng bike.

Li derveyî Kurdistanê, li metropolan û li bajarên rojava, tifaqa li ser navê HADEP-ê di dereceyek ciddî de deng negirtine. çend sebebên vê yekê bi baweriya min ev in. çepên Tirk yên ku di nava vê blokê de bûne, di tarîxa Tirkiyê de tu caran nebûne hêzeka ciddî, hergav wekî hêzên marjînal mane, îro jî bi perîþaniyeke mezin îdî wekî hêzên siyasî nayên hesabkirin û îdî ne marjînal in jî. Van hêzan bi wan gotinên xwe yên ji derdê civakê yên berbiçav dûr jî li rojava ne ku her deng ji vê tifaqê re neanîne, nehiþtine ku bi awayekî maqûltir ev platform dengê xwe bigihîne hilbijêran û wan îkna jî bike.

Alewiyan, bi taybetî jî Alewiyên Tirk dengên xwe di dereceyeke ciddî de nedane vê tifaqê. Dengên Alewiyan di navbera DYP û CHP-ê de perçe bûne.

Kurdên ku van salên dawiyê koçkirine çûne rojhilatê Anadoluyê, piraniya wan ji ber ku bêqeydbûne, nikaribûne ku dengên xwe bikarbînin. Yên ku dengên wan hebûn jî bi kemiyetek ciddî deng nedane vê tifaqê. Ev yek tenê bi ,mesela antî-demokratîkbûyinê û zordariyê nayê þîrovekirinê. çimkî antîdemokratî li Kurdistanê ji van cîhan bêtir li dar e. Xwiyaye ev tifaq xwedî li daxwazên wan derneket yan dengê xwe negihand wan, mesela bicîhbûnê, kar û birçîbûnê, mesela vegera wan a ser erdê wan û avakirina gundên wan, tezmînkirina zerar û ziyana wan û gellek pirsên din derneketine meydanê, yan jî partiyên din di van waran de ew xapandin, hêvî û daxwazên wan îstîsmar kirin.

Bi vê hilbijartinê jî derket ku ev tifaq bi bingeh û avayiya xwe ya esasîn, bi terefdarî û hilbijêrên xwe ne partiya Tirk û Kurdan tevde, lê di esasî de ya Kurdan bû. Îdî ji bilî qanûna avakirina partiyan û ji bilî qanûna hilbijartinan çu bahane û bend li ber hin ji wan partiyên vê tifaqê nemane ku bêjin em ne tenê partiyên Kurdan in, lê em partiyên Kurd û Tirkan in. Bira bes xwe bixapînin, ew tu caran nabin partiyên Tirk û Kurdan muþterek, Tirk wan bi vî awayî nabînin û xwe naspêrin wan.

Ew jî îdî divê dev ji vê îdîaya vala berdin. Çimkî ne þerm û ne jî gunehkarî ye ku ew wekî partiyên Kurdan li meydanê bin.


Vegere nivîsarên kurdî