Nivîskarê swêdî yê ku zimanê kurdî afirand

Mûrad Ciwan

Çendekî berê di kanalekî televîzyona swêdî de hevpeyivînek bi Mehemed Uzunî re hat kirin. Behsa hevpeyivînê nivîskarî û romannivîsiya wî bû.
Televîzyona swêdî gellek caran programên xwe yên kulturî du car-sê car dike. Hevpeyivîna bi Uzunî re jî yek ji wan programan bû ku hat carîkirin.
Di weþandina cara pêþîn a programê de min hay jê nebû, ez bi saya hin nas û dostan pê hesiyam. Gava min bihîst, gellek kêfa min hat, ez pê serbilind bûm.
Sebebê kêfxweþiya min jî ew bû ku, em kurd gellek caran bi bindestî, zulmlêbûyî û belengaziya xwe derdikevin pêþberî xwendevan an temaþevanên dinyayê. Gava navê kurdan tê, hema bêje tenê rebenî û perîþanî tê bîra xelkê. Lê millet nikarin tenê bi rebeniya xwe xwe bidin nasîn. Divê meriv bi aliyên xwe yên pozîtîf ên avakir jî xwe derxe meydanê, bi kultur û medeniyeta xwe, bi berhemên xwe yên di nava malbatên millettan de jî xwe bide nasîn. Loma jî derketina nivîskarekî kurd a ser televîzyona swêdî, hem jî bi romannivîsiya xwe, helbet ez kêfxweþ kirim. Gava ji ber hin axaftinên Mehemed Uzunî yên di programê de hinan gazin jê kir jî bêyî ku ez programê bibînim min got "xem nake, tu însan ne mukemmel e, divê em însanên xwe bi qencî û kêmasiyên wan qebûl bikin, ji ber hin xetayên wan karên wan ên qenc jibîr nekin."
Piþt re, firsend ji min re çêbû, di carîkirina programê de min jî ew temaþe kir.
Rast e, program li ser Mehemd Uzunî û romannivîsiya wî bû. Li ser romanên wî, jiyana wî ya sirgûniya li Swêdê û vegera wiya welêt a piþtî panzde salan bû. Civînên wî yên li welêt, îmzekirina pirtûkên xwe ji bo gencên nûgihayî, yek bi yek di þaþa televîzyonê de diyar dibûn. Çend xwendevanên wî bi dil û can pesnê wî didan ku wî çi xizmet ji bo ziman û edebiyata kurdî kiriye. Þanaziya herî bilind ew bû ku romannivîsê me yê tirk ê kurdnîjad Yaþar Kemal, bi rûmetdaneka gellek bilind pesnê Mehemed Uzunî dida.
Ji ber weþandina programeka wiha meriv çawa kêfxweþ nabe! Lê ez rastiyê bêjim, çawa ku ez di destpêkê de bi heyecan û hêviyeka mezin li ber televîzyonê rûniþtim, di dawiyê de jî ez deh qat dilþikestî, liberxweketî û heta ne hindik bi hêrs ji berê rabûm. Program çend pesn û rûmetdan bû ji bo Mehemed Uzunî, ew qas jî înkarkirin, bêbextî û heqaret bû ji bo ziman, kultur û edebiyata kurdî û xizmetkarên bi rûmet ên avakirin û geþkirina vê kultur û edebiyatê.
Bêbextiyê bi pêþkêþkera programê destpêkir ku wê Mehemed Uzun wekî danerê nesra kurdî da nasandin. Gava min ev bihîst berê ez þaþ mam, lê min got qey bêhemd, bi þeqitîn ev yek ji bal swêdiyeka nasnekira ziman û kultura kurdî hatiye zimên, loma jî xem nake. Piþt re wê got ku gava Mehemed Uzun dest bi nivîskariyê kir edebiyata modern a kurdî tunebû. Bi perbipêþçûna programê, min dît ku ev tesbît ne bêhemdî hatiye kirin, armanca esasî ya programê ew e, bide nîþandan ku berî Mehemed Uzunî tiþtekî nivîsandî yê kurdî tunebûye û wî bi xwe zimanê nivîskî yê vi milletî afirandiye. Mehemed Uzunî, li kamerayên televîzyonê dinihêrt û digot "gava min dest bi nivîskariyê kir ne ferhengokek ne jî tik û tenha teksteka kurdî hebû. Min zimanek afirand".
Piþt re dor hat ser Yaþar Kemalê bi nav û deng, qasî Uzunî nebe jî wî jî edebiyata kurdî reþ dikir. Digot ne li Kurdistana Tirkiyê, ne li perçeyên din ne jî li Yekîtiya Sovyetan berî Mehemed Uzunî romana kurdî tunebû, heke hebûya jî hin muswede bûn, roman nedihatin hesibandin. Romana modern cara pêþîn bi Mehemed Uzunî dest pê kir.
Piþtî van tesbîtan, ez gellekî fikirîm ku gelo divê ez çi bikim. Gelo diviya ez hêrs û xemgîniya xwe daqurtînim û bêjim de xem nake? Lê gellekî xem dikir. Hin merivên "mestî mezin" derketibûn ber kamerayê, bêyî ku çavên xwe biniqînin li bîbika çavên min dinihêrtin û em Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Hacîqadirê Koyî û Pîremerd deynin alîyekî, Celadet Bedirxan, Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Kamûran Bedirxan û Cîgerxwîn jî înkar dikirin. Erebê Þemo, Aliyê Abdurrahman û Îbrahîm Ahmed înkar dikirin. Kemal Badillî, Mûsa Anter, Edîp Karahan û Mehemed Emîn Bozarslan inkar dikirin. Kemal Burkay, Malmîsanij, Nacî Kutlay, Bavê Nazê, Rojen Barnas, Hesenê Metê, Mehmûd Lewendî, Zinarê Xamo, Mahmûd Baksî, Ahmed Huseynî, Firat Cewerî, Rohat û Reþo Zîlan înkar dikirin. Evan hemuyan berî Mehemed Uzunî dest pê kiribûn bi kurdî nivîsîbûn. Bi sedan çîroknivîs, helbestvan, rojnamevan, lêkoler, zimannas û xwedî û berpirsiyarên rojname û kovarên kurdan red dikirin, bi qelemekê ew ji dîrokê dimaliþtin. Kurdistan, Hawar, Roja Nû, Gelawêj, Ronahî, Tîrêj, Armanc û bi sedan kovar û rojnameyên kurdan înkar dikirin. Tarîxa hebûna zimanê kurdî ji Mehemed Uzunî dest pê dikirin. Li gor wan, berî Mehemed Uzunî hew çend dengbêjên wî yên zarbêj hebûn û hew.
Mehemed Uzunî tevî ku heta niha kitêbek jî bi swêdî nenivîsiye, digot "ez xwe nivîskarekî swêdî hesab dikim". Çawa dibû, yekî ku qet kitêbek jî bi swêdî nenivîsîbû xwe swêdî hîs dikir? Em mesela zanistî û eqlê selîmiyê bidin aliyekî, em bêjin ev hîs e, yek xwe çawa hîs bike, wê bike. Meriv nikare bibêje ku "tu çima xwe wiha hîs dikî?" Lê ku wî digot "gava min dest bi nivîskariyê kir ne ferhengokek, ne jî tik û tenha teksteka kurdî hebû. Min zimanek afirand" lazim e em li wê derê rawestin û bipirsin ku "Mehemed Uzun ma nayê bîra te, gava te cara pêþîn tûrê nivîskariyê da ser milê xwe û tu bi rê ketî, di wî tûrî de hin meywe hebûn ku ji baxçeyê Hawarê, ji "darên biber" ên Celadet Bedirxanî hatibûn jêkirin? Ma ne xureka te ya herî pêþîn ji wî baxê dewlemend ê rengareng hatibû berhevkirin. Te çi zû ji bîr kir?"

Di programê de gellek mixabin ku þêla Yaþar Kemalî ji ya Mehemed Uzunî ne kêmtir bû. Tevî ku di wê programê de Mehemed Uzunî bi xwe digot ku "her çendîn Yaþar Kemal kurdnîjad e û bi kurdî diaxive jî ew xwendin û nivîsandina bi kurdî nizane" jî, tevî ku eþkere jî bû ku Yaþar Kemalî ne romanên Mehemed Uzunî, ne jî yên kurdên din xwendine, wî ew heq di xwe de didît ku bibêje, berî Mehemed Uzunî romana kurdî tunebû, yên ku hebûn jî muswede bûn. Li gora Yaþar Kemêl, berê, kurdî zimanekî wiha bû ku derbasî nivîsandinê nebûbû, Mehemed Uzunî zimanekî nuh afirand. Ez qet nikarim fêhm û qebûl_bikim ku nivîskarekî wekî_wî, tevî ku nikare romanên kurdî bixwîne, hay ji edebiyata kurdî ya nivîskî nîne, di heqê wan de fikrên xwe dibêje û her tiþtî bi carekê de înkar dike.
Qasî ku min taqîb kiriye ji romana pêþîn û bi vir de, pêþveçûnek di nivîskariya Mehemed Uzunî de çêbûye û ew xizmetekê dide zimanê kurdî, lê hemû xwendevanên kurdîxwîn wê heq bidin min ku heke romanên li derveyî yên Mehemed Uzunî muswede bin, yên wî jî muswede ne. Çimkî ew bi naverok û teknîka xwe ji wan ne pêþdetir in.
Heta niha em dibûn þahidê wê yekê ku hin siysiyên kurdan radibûn, tarîxa têkoþîna kurdan ji xwe dest pê dikirin, liberxwedan, fedakarî û xebatên berî xwe înkar dikirin, lê bi vê þêla Mehemed Uzunî êdî xuya ye ku mixabin em ê bibin þahidê înkarkirina ronakbîran jî. Ecêb e, ronakbîrek çawa dikare kultura milletê xwe û ronakbîrên wî înkar bike?Wekî ku meriv rabe wê firaqa(amana) jê xweriye pîs bike.
Mehemed Uzun gava dibêje ez nivîskarekî swêdî me, ew bi xwe îtîraf dike ku ne ronakbîrekî kurd e. Lê bi qenaeta min gava ew radibe hebûna kultur û edebiyata millettekî înkar dike, ew nîþan dide ku ji ronakbîriyê jî dûr e.


Vegere serê nivîsaran