|
KÊZIKA CIRCIRK Û KURMORÎ
Kêzika circirk havînê
Tim dikir kêf û þahî
Tembûra wê di dest de
Distra hetta êvarî
Bi sitran û bi govend
Roj dibuhurand li xwe
Zivistana sar-serma
Nedianî bîra xwe
Kurmorîya xebatkar
Buhar hetta payîzê
Þev û rojan kar dikir
Ji bona zivistanê
Havîn qedya payîz hat
Di pê wê re zivistan
Ji berfê sipî bûye
Deþt û çiya û zozan
Dunya bû sar û serma
Her tiþt bin berfê de ma
Kêzika me ya circirkê
Bê xwarin û bê qût ma
Çû ber mala kurmorî
Ji bo qût û xwarinê
Kurmorîyê jê pirsî
-Ma te çi kir havînê?
-Min wexta xwe buhurand
Her bi tembûr û sitran
-Ê de baþ e, nuha jî
bigre govend û dîlan.
M. Lewendî |