KER MA'NE YE

Li gundekî mirovek
Li gundê din kirîvek

Mirov dibê: ez herim
Kirîvê xwe bibînim

Siwar dibe li kera xwe
Diçe gundê kirîvê xwe

Gava tê nêzî malê
Ji kerê têye xwarê

Li pêþ mala kirîvê xwe
Ew dadide þiva xwe

Bi wê þiva ter û þil
Piþt li kerê dike kul

Kirîvê wî dertê der
Dibê: çi dixwazî ji ker

Dibê: ma tu nizanî!
Çi bi serê min de anî

Min got em bînin hin tiþt
Vî kerê hanê nehîþt

Min çi lê kir, wî danî
Min bar kir wî neanî

Li ber te ez þermezar
Ji ruyê vî kerê har

Kirîv dibê ne xem e
Ji bo vê qet nereme

Tu qet xwe neêþîne
Kerê xwe newestîne

Barê kerê te çi be
Ewê dîsa wê bibe!

M. Lewendî
Dîyarbekir, 1980, (Hêvî, no:13/1982)

 


Vegere naveroka helbest, lêhatinok û çîrokan