KOR

Dibên mirovek hebû
Ji herdû çavan kor bû

Zewicîbû ji xwe ra
Jinek anîbû ji dera

Rojekê li ser þîvê
Jina wî jê re dibê:

Mêrê minê qenc û baþ
Heyfa min bi wan çavên reþ

Çi dibû hema veba
Dunya ji te r' ronî ba

Û te li min binêrya
Çav û bijang û gulya

Çi þûx û þeng û rind im
Çav reþ im, bejn bilind im

Kor dibê j' jina xwe ra
Rastîyê bêjim ji te ra

Erê çavên min nîne
Qey hiþê min jî tunne

Heke tu wer xweþikî
Ma qe tu tê min dikî.

M. Lewendî
Beyrûd, 1981

 


Vegere naveroka helbest, lêhatinok û çîrokan