SÊ BERAN Û GUR
Hebû tunebû, sê beran hebûn. Beranan dixwestin di ser pirê re biçin alîyê din ê çem û ji xwe re li wê derê li deþtê biçêrin. Lê li ber pirê gurekî har hebû, dixwest wan bixwe. Beranan jî li ber xwe didan daku gur wan nexwe. Nuha çîroka me dest pê dike.
Beranê pir biçûk li
ser pira gur meþî
Gur hat nêzîk û got:
-Ezê te bixwim lo lo!
-Na, na na min nexwe na na
Ez pir biçûk im ana
Beranê li paþ min e
Qelew e w mezin e!
Beranê navînî li ser
pira gur meþî
Gur hat nêzîk û got:
-Ezê te bixwim lo lo!
-Na na na min nexwe na na
Ez pir zeîf im ana
Beranê li paþ min e
Qelew e w mezin e!
Beranê pir mezin li ser pira gur
meþî
Gur hat nêzîk û got:
-Ezê te bixwim lo lo!
-Na na na ez ji te natirsim
Ez ji te qet napirsim
Ev deþt ne a te ye
A me giþa tev de ye
Beranê pir mezin poþek da
gur û lezî
Gurê har xist avê û hersê beran meþî
Çîroka me ji we re xweþ
Hersê beran bûn rûgeþ
Deþt û çiya rizgar bû
Zordestî ji holê rabû.
(wergera ji Swêdî:
Bonîye Cegerxwîn)