ÞIVAN Û AZAN

Þivanek ji gundekî
Da rê çû bajarekî

Qet cara nehatibû
Hîn nuh bajar dîtibû

Pel pel dinêrî l' bajêr
Mêze dikir jor û jêr

Dît yek li ser minarê
Diqîre heta b'jêrê

Mirovek di wir re diçe
Þivan jî jê dipirse:

"Evê hanê li jor e
Çi ye weha diqîre

Bo çi derketîye jor
Weha dike bore bor"

Mêrik lê vedigere
Weha dibêje jê re:

"Ê li jor muezîn e
Ew azanê dixwîne

Bang dide ew her rojê
Bo xelk werin nimêjê"

Þivan tê nagihîje
Îcar weha dibêje:

"Gelo nimêj bo çi ye?
Zerara pêz tê heye?"

Mêrik dinêre, þivan
Hay nîne ji van tiþtan

Êdî ew jî wa dibê:
Bo pez tiþtekî nabê

Ew bo hin kesên din e
Zerara pêz tê nîne.

Þivan dibêje:
Ger nîne zerar li pêz
Heta tê de heye hêz

Ji jor heta bi jêrê
Bira bike qîrqîrê.
M. Lewendî

Dîyarbekir, 1980, (Hêlîn, no:6, 1983)

 


Vegere naveroka helbest, lêhatinok û çîrokan