TAJÎ Û KEVROÞK

Go hebû nêçîrvanek
Jêhatî û gelek þek

Hebû tajîyek wî bi lez
Wek piling diçû bi bez

Her roj diçû digerya
Li deþt û best û çiya

Rojek dîsa çû nêçîrê
Kevroþkek dît li ser rê

Û tajî berra ser da
Kevroþk revya bi çiyê da

Kevroþk bi lez diçû jor
Lê beza tajî gelek zor

Tajî êdî westîya
Ciyê xwe de rawestya

Tajîyê got:
Tu çawa wa dibezî
Ez nagihîjim te bi lezî

Kevroþkê got:
Ez dibezim ji xwe re
Tu dibezî ji xelkê re.

M. Lewendî
Stokholm, 1982, (Hêvî, no:15 (Nîsan 1982)

 


Vegere naveroka helbest, lêhatinok û çîrokan