|
WERIS Û GARIS
Yek diçe mala yekî
Dibê ka werisekî
Lewra ez ê biçim aþ
Daku bar biþidînim baþ
Yê din dibê bira be
Ka binêrim li mal be
Diçe dinêre li hundur
Dîbê, nabe li min bubur
Lewra me li ser weris
Raxistîye hin garis
Mirovê din dinêre
Metilmayî dimîne
Dibê; hatîye dîtin
Garis bête raxistin
Û him jî lî ser weris
Kê raxistîye garis
Yê din dibê; qey nabe?
Ku dil nexwaze dibe
Eger dil nevêt weris
Li ser tê raxistin garis!
M. Lewendî
Dîyarbekir, 1980, (Hêvî, no:14, 1982) |