Bûk
û tûtûk
Hebû tunebû,
çûkek hebû.
Çûkekî,
bê kar û bar bû. Ji xwe re difirriya, dikir
vîçevîç û li ser vê yan
wê darê vediniþt.
Lê rojekê
biryara xwe da ku here ji bo xwe havilekê bike. Bi rê
de çûk westiya li ser sitirîyekê veniþt.
Çima sitirîyek di lingê wî re neçû!!
Sitirî gellekî canê wî êþand.
Kire qîre-qîr û hawar. Bi vir de û wir
de firriya, çû çû rastî pîrikekê
hat. Pîrik li ber tendûrekê bû. Ardû
xistibû tendûrê, pif dikir nedikir agir pê
nediket ku tendûra xwe germ bike. Çûk çû
li ser tendûrê veniþt, ji pîrê re
got:
­­ Pîrê, stiriyek ketiye lingê min,
heke tu wî stirîyî derxî bavêjî
tendûra xwe wê agirê te pê keve, tendûra
te germ bibe, tu yê nanê xwe lêxî.
Pîrê got:
­­ Baþ e!
Sitirî derxist,
avêt tendûra xwe puf kire agirî. Agir pê
ket. Tendûr germ bû. Pîrê nanê xwe
lê da. Nan pijiya. Gava pîrê nanê xwe
yê dawîn ji tendûrê derxist ku bide rê
biçe malê, çûk ji ser darê firriya
hat got:
­­ Pîrê ez sitiriyê xwe dixwazim.
Pîrê got:
­­ Min sitriyê te avêt tendûrê
pê nanê xwe lê da.
Çûkî
got:
­­ Min çi jê ye, ya divê tu sitirîyê
min bidî yan jî z ji dêvla wî ve heft
nanan ji te dixwazim.
Pîrê got:
­­ Aman, yeman çûko wiha meke. Ma ne te sitirî
da min. Min xêra xwe ew ji piyê te derxist. Te bi
xwe got bavêje tendûrê da agirê te pê
keve.
Kir nekir, Çûko
ji ya xwe nehat xwarê, got:
­­ Ya sitiriyê min yan jî heft nan!
Pîrê mecbûr
heft nan dan çûkoyî.
Çûko heft
nanên xwe girtin firriya çû çû,
dît ku þivanek li per pezîye. Þivanî
þîr dotiye tasa þivaniyê, biþkulan
diçîne çîrî dike bi wî awayî
bixwe. Çûko çû li ser berekî ber
þivanî veniþt got:
­­ Þivano, a ji te re heft nan. Biçîne
þîrê xwe û zikê xwe pê têr
bike!
Kêfa þivanî
hat. Nan û þîrê xwe xwarin, hemî
qedand û zikê xwe têr kir. Tam wexta ku þivanî
got ªOxx! Elhamdulîllah!´, çûk firriya
hat li ber þivanî veniþt, got:
­­ Ka nanê min!
Þivan þaþ
ma, got:
­­ Min nanên te çand þîrî
û xwar!
Çûkî
got:
­­ Na, ez nanê xwe dixwazim. Ya tu yê heft
nanan bidî min yan jî heft beranan...
Þivanî got:
­­ Aman, yeman çûko wiha meke.
Kir nekir, Çûko
ji ya xwe nehat xwarê, got:
­­ Ya heft nan, yan jî heft beran!
Þivanî mecbûr
heft berandan çûkoyî.
Çûko heft
beranên xwe girtin firriya çû çû,
dît ku li gundekî dawet e. Mala dawetê req û
beqên dora gund kom kirine dixwazin wan þerjê
kin ûtêxin xwarina dawetê. Çûko
çû li ser dara ber mala dawetê veniþt,
got:
­­ Dev ji wan req û beqan berdin! Ev e ji bo we
heft beran, serjê bikin, bikelînin bidin berbûrî
û mezûbanên xwe!.
Kêfa xwediyê
dawetê û ya hemû berbûriyan hat. Beran
þerjê kirin avêtin ber birincê, her kesî
xwar zikê xwe pê têr kir. Ku ji ser xwarinê
rabûn Çûko firriya hat got:
­­ Kanî heft beranên min bidin min!
Xwediyê dawetê
got:
­­ Me beranên te serjêkirin dan ber mêvanên
xwe, xwarin qediya.
Çûko got:
­­ Na, ez heft beranên xwe dixwazim. Yan hûn
ê heft beranên min bidin min, yan jî ez ez bûkê
dixwazim.
Gotin:
­­ Eman, yeman çûko wiha meke!
Kirin nekirin, çûko
ji ya xwe nehat xwarê:
­­ Yan heft beranên min yan jî bûkê...
Mecbûr bûk
dan Çûkoyî. Çûko bûka xwe
girt, firriya çû çû rastî berxvanekî
hat, li ber berxan bû, tûtûka wî di deva
de bû û bi meqam lê dida. Dilê Çûko
bijiya tûtûkê, çû got:
­­ Berxvano ma tu qebûl nakî ku em bûk
û tûtûka xwe bi hev bidin!
Kêfa berxvanî
hat got:
­­ Lê çawa!
Çûko bûka
xwe da berxvanî û rakir tûtûka wî
firriya çû çû li ser zinarekî
veniþt. Tûtûka xwe xiste devê xwe got:
­­ Tû, tûûû,
min sitiriyê xwe da bi heft nanan,
heft nanên xwe dan bi heft beranan,
heft beranên xwe dan bi bûkekê,
bûka xwe jî da bi tûtûkekê!
Gava Çûko
welê got, dîna xwe dayê ku çiqas ehmeqî
kiriye, poþman bû. Lê poþmaniya dawî
tu fêde nedida wî. Cardin tûtûka xwe xist
devê xwe, got:
­­ Tû, tûûû,
min sitiriyê xwe da bi heft nanan,
heft nanên xwe dan bi heft beranan,
heft beranên xwe dan bi bûkekê,
bûka xwe jî da bi tûtûkekê!
Tûtûka xwe
rakir, bi hêrs û girî li tehtê da, perçe
perçe kir, avêt. Dest vala frriya çû
çû, wenda bû, kesî nezanî ku bi
ku de çû...
Çîroka
min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.
Vegere
RÛPELÊ
PIÇÛKAN