DÎKIL
AXA
Hebû tunebû,
pîreka cadûkar û dîkekî wê
hebû.
Rojekê pîrê
gava mala xwe dimaliþt serîyekî çortan
li erdê dît, danî ser kulekê. Dîko
çû nikul li seriyê çortanî da.
Gava pîrê ev yek bihîst çû, þûnikek
li qorrika Dîko da. Dîko jî nikul li çavê
pîrê da. Pîra cadûkar berra Dîko
da. Dîko ji tirsa canê xwe bazda derva. Çû
çû, rastî kerekê hat. Karê bang
kir, got:
- Dîko!
Dîko got:
-Wey mirina bavê Dîko! Kerê got:
- Lê bêjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa!
Kerê got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa,
diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan,
diçim berr û berristan,
payiz çû ma zivistan,
bînim eskerekî giran,
ser pîra du diran,
ku qorrika min þikand
ji bo seriyekî çortan!
Kerê got:
- Ez jî bi te re werim?
Dîko got:
- Baþ e, were!
Dîk û ker
bi rê ketin, çûn çûn rastî
marekî hatin.
Marî bang kir,
got:
- Dîko!
Dîko got:
-Wey mirina bavê Dîko! Marî got:
- Lê bjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa!
Marî got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa,
diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan,
diçim berr û berristan,
payiz çû ma zivistan,
bînim eskerekî giran,
ser pîra du diran,
ku qorrika min þikand
ji bo seriyekî çortan!
Marî got:
- Ez jî bi we re werim?
Dîko got:
- Baþ e, were!
Dîk, ker û
mar bi rê ketin, çûn çûn rastî
sila rêxê hatin.
Sila rêxê
bang kir, got:
- Dîko!
Dîko got:
-Wey mirina bavê Dîko! Marî got:
- Lê bjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa!
Sila rêxê
got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa,
diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan,
diçim berr û berristan,
payiz çû ma zivistan,
bînim eskerekî giran,
ser pîra du diran,
ku qorrika min þikand
ji bo seriyekî çortan!
Sila rêxê
got:
- Ez jî bi we re werim?
Dîko got:
- Baþ e, were!
Dîk, ker, mar û sila rêxê bi rê
ketin, çûn çûn rastî dûpiþkê
hatin.
Dûpiþkê
bang kir, got:
- Dîko!
Dîko got:
-Wey mirina bavê Dîko! Marî got:
- Lê bjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa!
Dûpiþkê
got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa,
diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan,
diçim berr û berristan,
payiz çû ma zivistan,
bînim eskerekî giran,
ser pîra du diran,
ku qorrika min þikand
ji bo seriyekî çortan!
Dûpiþkê
got:
- Ez jî bi we re werim?
Dîko got:
- Baþ e, were!
Dîk, ker, mar,
sila rêxê û dûpiþk bi rê ketin,
çûn çûn rastî bangerranî
hatin.
Bangerranî bang kir, got:
- Dîko!
Dîko got:
-Wey mirina bavê Dîko! Marî got:
- Lê bjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa!
Bangerranî got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,
dermaliyê Badil Axa,
fermanîyê Satil Axa,
diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan,
diçim berr û berristan,
payiz çû ma zivistan,
bînim eskerekî giran,
ser pîra du diran,
ku qorrika min þikand
ji bo seriyekî çortan!
Bangerranî got:
- Ez jî bi we re werim?
Dîko got:
- Baþ e, were!
Dîk, ker, mar,
sila rêxê, dûpiþk û bangerran gîhaþtin
hev, gotin de îcar em herin ser pîra du diran. Çûn
çûn ber deriyê pîrê. Êvar
bû tarî ketibû erdê.
Bangerran rabû
çû ser banê xênî, mar çû
hundur, xwe li stûna nava malê aland. Dûpiþk
çû xwe di refikê de teland. Sila rêxê
xwe di tifikê de melisand. Ker çû li ber deriyê
derva xwe veþart.
Pîra cadûkar
ji derva hat mala xwe ku karê xwe yê êvarê
bike. Hundur tarî bû. Berê xwe da refikê
ku çira xwe vêxe. Destê xwe avêt refikê,
dûpiþkî bi pêçîka pîrê
veda. Pêçîka pîrê jan da. Çû
ber tifikê, ariya agirî veda ku agir dade, destê
wê ket sila rêxê. Nezanî çi pê
hat, bi tirs destê xwe avêt stûnê, marî
bi destê wê veda. Pirê bi jana dest û
tirsa dilê xwe bazda derva. Ku hat ber deriyê derva,
kerê zîtikek li pîrê da. Pîra cadûkar
pengizî derva ber dîwêr. Bangerran ji banî
de xwe berra ser laþê pîrê da, gumînî
ji laþê wê anî. Pîrê nema
zanî ku çi bike, hema dawa xwe xist devê xwe
û di wê tarîyê de berê xwe da çolê
û baz da. Çû û çû û
nema vegeriya. Mala pîrê bi Dîko ma. Kêfa
Dîko hat. Wî sipasiya hemî hevalên xwe
kir. Her kesî xatir ji hev xwest û çûn
mala xwe. Dîko jî dî wê malê de
bi kêf û xweþî jiya.
Çîroka
min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran!
Vegere
RÛPELÊ
PIÇÛKAN