Mem û
Zîn
Ahmedê
Xanî
Di dema berê de padîþahek hebû, ku navê
wî Mîr Zeyneddîn bû û jê re
digotin «Mîrê Botan». Emîrê
Kurdan bû û paytexta wî jî bajarê
Cizîrê bû. Mîrekî gellek bikêrhatî,
di îdara xwe de xwedan hêz, edalet û merhamet
bû. Bi merdî û camêriya xwe ji Hatemê
Tayî merdtir, bi mêrxasiya xwe ji Rustemê Zal
pêþdetir bû.
Xwedê dewlemendiyek û navdariyeke mezin dabûyê.
Xezînên wî bi zêr û mucewheran,
qesr û haremên wî bi xulam û cariyên
wekî horiyên buhuþtê tijî bûn.
Wî Mîrî
du xuþkên ji hev sipehîtir hebûn ku navê
yekê Zîn û ya din jî Sitî bû.
Zîn zeriyeka weka horiyekê û Sitî jî
esmereka weka periyekê bû. Ew her di haremê
de bûn, ji dervayî haremê kesî ruyê
wan nedîtibû, lê nav û dengê sipehîtiya
wan bûbû daxa dilê herkesî.
Di dîwana Mîrê
Botan de wezîrên wî û gellek xulam, xizmetkar,
fedaî û emirber hebûn. Hemî di xizmeta
wî de bûn, sadiqên wî, li ber emr û
fermana wî bûn. Le di nava wan de du meriv hebûn
ku ji tevan bêtir hezkiriyên ber dilê Mîr
bûn. Mîr baweriya xwe dida wan û xwe disparte
wan. Ew jî bi her awayî li ber fermana Mîr bûn.
Yek jê navê wî Tacdîn bû ku , çeþnîgir,
serdefter û serwerê muhafizên Mîr bû,
kurrê Iskenderê wezîr bû. Tacdînî
du bira hebûn ku navê yekî Arif û yê
din Çeko bû.
Merivê din navê
wî Mem bû ku ew jî hevalê herî nêzîk
ê Tecdîn bû. Ew ji biran jî nêzîktirî
hev bûn. Mem jî kurrê Debîrrê Dîwanê
bû. Ew bi xwe jî muhafizê Mîr bû.
Di wê demê
de adet welê bû gava sal vedigeriya û dibû
Newroz, qet kes di mal û xaniyan de nediman, herkes ji zarokên
pêçekê heta bigihîje pîr û
kalan ji malan derdiketin û diçûn ser mêrg
û çîmenan, nava bax û baxçeyan,
serê kanî û avan ji xwe re dikirin ciyê
þahî û ahengan. Bi taybetî keç
û xortên nezewicandî, xwe dixemilandin û
derdiketin meydanê ku hev du biecibînin û piþt
re bi riya mezinên xwe hevdu bixwazin.
Newroza wê salê
jî gava hat kes di bajêr de nema hemû derketin
dervayê bajêr. Hin peyatî çûn nava
baxan, hin bi siwarî çûn ber quntarên
çiyayan. Hemû xanim û xatûn derketin
nava gulîstanan.
Memo û Tacdîn
jî rabûn, cil û xemlên keçikan
li xwe kirin û derketin nava þahiya Newrozê.
Gava li nava ahengê digerriyan, pê hesiyan ku du xortên
nenas ên gellek li hevhatî û bikêrhatî
û mêrxasên del û dînane daketine
nava þahî û ahengê, dikin þerr û
dueloyan. Ne bi xweþikiya xwe kes digihîje wan û
ne bi mêrxasiya xwe kes dikare bi wan.
Memo û Tacdîn
þaþ bûnn meraq kirin ku gello ev her du xort
kî ne û ji cinsê kê ne. Her du bi evraz
ketin ku ber bi wan kuran ve biçin û wan bibînin
bê kî ne. Carekê pêrgiyî van her
du kurran hatin ku Xwedêwo çi kurr in. Du kurrên
wekî du peykeran(heykelan)! Wekî du þahên
stêrkan. Þêl û lixwekirina wan wek hev
in. Bi carekê de dilê xwe berdan wan û bêheþ
ketin, aqilê xwe revandin!
Wan her du kurran jî
dîtin ku yarebî, du horî û periyên
sipehî li ber wan rawestiyan e. Tu dibêjî qey
wek du perçên hîvê ne, lê ne welleh
wekî tîrêjên rojê ne! Wan jî
bi carekê de dilê xwe xistin wan û wan jî
aqilê xwe ji ber sipehîtiya wan keçan¾
revandin û bêhiþ ketin!
Piþt re hemî
bi hiþê xwe ve hatin û hema gustîlkên
xwe bi hev guherrandin û ji hev veqetiyan.
Memo û Tacdîn
gava vegeriyan malê, ji ber wê dilketina xwe nexweþ
ketin û ketin nava nivînan, þewk û taqeta
jiyanê bi wan re nema. Gellek lê fikirin û bala
xwe dan gustîlkan. Dawiya dawî tê derxistin
ku xwedanê gustîlkan ne du kurr in, lê Sitî
û Zîn bi xwe ne!
Tu nebê roja ku
bûye Newroz wan her du xwiþkên Mîrî
jî rabûne cil û bergên kurran li xwe kirine
û bi vî awayî daketine meydana þahiyê
û ketine þerr û dueloyan. Tacdîn dawiya
dawî gote Memo:
- Rabe bira çi
eyba vê heye, em du þêr in û ew du xezal
in! Pir eyb e ku em ji destê wan binalin!
Memoyî got:
- Bira ma tu nizanî,
tu zen meke ku di laþ û ruhê min de cihekî
saxlem maye, ez bi her awayê xwe ji ber destê vê
evînê perçe perçe bûme! Bi vî
awayî ew man birîndar.
Em werin ser Sitî
û Zînê. Ew jî vegeriyan malê, lê
ew jî hîn bi tevayî bi ser hiþê
xwe ve nehatibûn.
Dayîneka wan a
bi navê Hayzebûn hebû, yeka dinya dîtî
ya bi tecrube bû. Gava halê Sitî û Zînê
dît pirsî got:
Hûn
gellek guherî ne, we xêr e, çi bi serê
we de hatiye?
Zînê got:
Ey hewesa
dil û hinavan, ey ronahiya her dû çavan, ya
Dayînê! Gava em çûn ahenga Newrozê,
me du keç dîtin ku wan dilê me revandin û
em dîn û nexweþ kirin û bi vî awayî
bêhal kirin.
Dayînê got:
- Lawo, tiþtekî
ecêb e ku hûn dibêjin ew keç bûn.
Piþtî ku hûn keç in ne tebiî ye
ku dilê we ketibe keçan, çimkî ya tebîî
ew e ku meyla we ber bi kurran ve herre!
Wan got:
-Dayê, vane gustîlkên
wan û yên me jî bi wan re ne. De here xwediyên
van gustîlkan bibîne, bê kî ne!
Dayîn rabû
çû ba remildarekî û remil avêt,
dît ku xwediyê gustîlkan yek jê Memo ye
û yê din jî Tacdîn e. Vegeriya hat ji
keçan re mesele got. Zînê got:
- Dayê, here wan
bibîne û ji wan re bibêje ku Zînê
Mem û Sitîyê jî Tacdîn divê.
Heke we jî em divên, li gor adet û usûlan
xwazgîniyan ji Mîr re biþînin û
me bixwazin.
Dayîn rabû
çû gustîlk rê Memo û Tacdînî
dan û tiþtê Zînê jê re gotî
ji wan re got.
Wan jî rabûn
hinek alim, mîr û kal û pîr wekî
xwazgînî rêkirin huzûra Mîr ku pêþiyê
Sityê ji Mîr bixwazin. Ew çûn, gotin:
- Ya Mîrê
mezin, Tu Tacdînî dinasî , ew ew qas nêzî
te ye. Me divê em erz bikin ku Tacdîn Sitîyê
ji te dixwaze heta niha ew xizmetkarê te ye niha dixwaze
tu wî bikî damadê xwe jî.
Mîr dibêje:
- Ser seran û
ser çavan, piþtî ku hûn hetine, min jî
Sitî daye Tacdînî. Heta îro Tacdîn
di xizmeta me de bû, de rabin dawetê li dar xin îro
em jî deynê xwe eda bikin di dawetê de ez jî
jê re xizmetê bikim.
Daweteka nedît
hat li darxistin. Bi þev û rojan kêf û
aheng hatin kirin, saqîyan þerab gerrandin, xulaman
sifre danîn û rakirin. Raqqas reqisîn û
mûsîkajenan jî musîk lêdan û
stran gotin. Piþt re Sitî kirin bûk û
birin xistin qesra Tecdînî. Ew zewicîn bi dilê
xwe þa bûn.
Li wê derê
man Mem û Zîn.
Di vê der ê
de divê em bêjin ku Mîrî bi navê
Beko dergevanek hebû. Ew yekî fesad, dekzan û
dilreþ bû. Kes ji wî ne razî bû,
ji Mîr re digotin ku « ya Mîr vî merivê
fesad ê dilreþ li ber dergehê xwe mehêle,
wî bavêje, ew rûmeta mezinayî û
edaleta te dixîne.
Lê Mîr jê
ne digeriya û digot:
- Em kesên Mîr
u hukumdar, ne ku tenê tabiên rast û durust,
her kesên bi vî awayî jî me divên.
Yên wiha lazim in ji bo aþê me zaliman bigerînin.
Ev Beko rojekê het, wî ji Mîrî re got:
- Mîrê min
te qîmet da Tacdînî, te Sitî lê
mahr kir û ew kir zavayê xwe, lê ez dibêjim
qey wî çav bera textê te daye. Roja ku te Sitî
da wî, wî jî ji ber xwe ve Zîn daye Memê.
Gava Mîr ev yek
bihîst ji hedê der aciz bû, bi hêrs got:
- Ez difikirîm
ku zînê bidim Memê, lê ez son dixiwim
bi text û taca xwe ku ji niha pê ve kî were
Zînê ji min bixwaze ezê serê wî
bibirim.
Bi vî awayî
nema kesî karî were Zînê ji Memê
re bixwaze. Zîn ma di haremê de bi tena xwe. Berê
Sitî heval û hemderda wê bû, lê
îro ew jî tunebû, ew bi tena xwe di nava agirê
evîna ji ber Memê roj bi roj diheliya û zirav
dibû. Bi þev û rojan digiriya û dinaliya.
Memê jî
ji ber evînê sergerdan bûbû, sekn û
tebat lê nemabû, geh li ber ava Dîcleyê
û geh li çol û çiyan, li ser burc û
kelatan bi tena xwe digeriya û diket xewn û xeyala
bi Zînê re. Ew jî roj bi roj diheliya diçû.
Rojekê, gava wextê
nêçîr û þikarê hat, Mîr
hemû peyayên bajêr kom kirin û li gel
mîr û axayên dora xwe çûn nêçirê.
Memê nexweþ bû neçûbû nêçîrê.
Gava fikirî ku kes zilam nemaye di bajêr de. Rabû
ber bi baxçeyê qesra herema Mîr ve çû
bi wê hêviyê ku belkî Zînê
bibîne. Di wê demê de Zîn jî derketibû
nava baxçeyê qesrê. Li wir ew û Memo
rastî hev hatin, heta êvarê têr bi hev
þa bûn. Êvarê ew ji xwe ve çûbûn
ku Mîr tevî maiyeta xwe ket nava baxçe bi ser
wan de hat. Zînê firsend nedî ku bireve ji wê
derê here, hema ket bin Eba Memê. Mem o xwe li nexweþiya
giran danî û ji ber Mîr ranebû, lê
Tacdîn fahm kir ku Zînê di bin eba wî
de ye . Zû çû agir bi qesra xwe xist ku Mîr
û maiyeta xwe ber bi hewara wî de werin, Zînê
jî ji vê firsendê xelas be, here alî malê.
Welê kir, hemî çûn ber bi hewara Tacdînî
ve ku agirê qesrê bitemirînin. Bi vî awayî
Zîn jî xelas bû.
Lê roj bi roj
evîna Mem û Zînê ket ser zarê xelkê.
Li nava xelkê Cizîrê herkesî behsa evîna
wan kir. Xeber ket belavbûneka wiha ku Beko ev yek firsend
dît çû xwe gîhand Mîr û got
ku têkiliyên Mem û Zînê di devê
her kesî de ne. Mîr gellekî pê êþiya,
lê got:
Bi gûman
û texmînan nabe, ma gelo em ê çawa rastiya
wê derxin?
Beko got:
- Memo yekî welê
ye ku tu caran ji bo te derewan nake. Bang bike pê re setrencê
bileyize. Gava te ew bir, þertê xwe li ser ferz ke,
bipirse ku hezkiriya wî kî ye. Ew ê rast ji
te re bêje ku Zîn e. Bi vî awayî ku wî
bi xwe ev yek îtîraf kir îdî ferman a
te ye, tu yê cezayê wî bidiyê.
Li ser vê yekê
Mîr Memo vexwend ji bo leystika setrencê. Mem hat
bi Mîrî re setrenc leyist. Di leystikên pêþiyê
de Memo zora Mîr dibir. Beko di wê gavê de dît
ku di pencereyeka piþt Memo re ji alî haremê
ve Zîn jî leystika setrencê temaþe dike.
Hîleyek ket bîra wî, got:
- Ya Mîrê
min, ji bo þansê te vegere tu û Memo ciyê
xwe bi hev biguherin. Welê kirin û cardin dest bi
leystikê kirin. Gava Memo cihê xwe guherand berê
wî ket Zînê û çavê wî
bi Zînê ket. Ji wê deqê pê ve çavên
wî tim li Zînê man, heþ ji serê
wî çû, nema karî bala xwe bide ser setrencê.
Çend leystik gerandin jî hemî caran Mîr
zora wî bir. Dawiya dawîn Mîr xalib û
Memo mexlûb îlan bû.
Mîr li ser þert
ji Memo pirsî, got:
- Memo ka ji min
re bêje ya ku dilê te revandiye kî ye navê
wê çi ye?
Hema Beko xwe avêt
meydanê û got:
- Mîrê min
ya ku Memo dilê xwe xistiyê keçeka Bedewî
ya Ereb a reþ a lêv deqandî ye!
Ev yek gellek bi Memo
nexweþ hat, got:
- Na Mîrê
min ya ku dilê min revandiye yeka Kurd a esilzade ye, keça
mîran e û nevê wê jî Zîn e.
Gava Mîr ev yek
bihîst gellek hêrs bû û ji muhafizan re
got ku rabin wî bikujin. Muhafizan þûr û
xencerên xwe kêþan û berê xwe dan
Memo. Mem jî þûrê xwe kiþand. Gava
Tacdîn, Çeko û Arif ev yek dîtin, wan
jî þûrê xwe kiþandin û xwe
dan piþta Memo û berê xwe dan Mîr:
- Heta hûn
me hersiyan nekujin em nahêlin kes destê xwe bigihînin
Memo. Bira muhafiz xwe vekêþin, piþt re Mîrê
me çi ferman dike bira ew bixwe bike. Muhafizan xwe vekiþandin,
Mîr rabû dest û piyên Memoyî bestin
û ew þand avêt zîndaneka bêbinî.
Memê di zîndanê
de û Zînê di haremê de dest bi çîlekêþiyê
kirin. Çîleya Memê hat nuxteyek wilo, ew qas
kiþiya ku Memê ji derdê evîna dinyayî
ya Zînê xwe wenda kir ket nav evîna îlahî
û heþ û aqilê xwe di wir de wenda kir,
hemî têkiliyên xwe ji dinya maddî birrîn,
bû murþîdekî evîndarê îlahî.
Zîn jî bi wî awayî xwe da çîleyê
û bû weka murîdeka vî murþîdê
evîndar. Nav û dengê derd û êþa
wan li nava Cizîrê bela bû, xelk jî bi
derd û kulên wan re êþiyan, nalet li Beko
barandin û dilê xwe ji Mîr hiþtin ku çima
ev neheq lî van evîndaran kiriye. Aciziya xelkê
gihîþt noxteyeka welê ku Tacdîn û
birayên xwe biryar dan ku herin huzûra Mîr bêjin
bira ya Memê ji Zîndanê derêxe yan ew
amade ne ku þerê wî bikin.
Gava Beko pê hesiya
ku xelk her ku diçe bîhnteng dibe, Tacdîn û
birayên xwe haziriya derketina hemberî Mîr dikin,
ji serîhildanekê tirsiya, zû çû
xwe gîhand Mîrî û mesele jê re zelal
kir ku xelk aciz bûye, ya çêtir ew e ku di
demeke wiha de riyeka nerm bide ber xwe û aciziya milet
daxe. Got ku :
- Here ji Zînê
re bêje ku min Memo efû kiriye, tu serbest î
herî wî bibînî. Gava ew here ziyareta
Memo, Memo ew qas zeîf û bêhal bûye ku
dilê wî debar nake ji ber çavpêketina
Zînê wê bimre here, bi vî awayî
wê mesele bitemire.
Mîr çû
ev yek ji Zînê re got, lê tam di wê wextê
de xeber hat ku Memo di zîndanê de miriye. Zînê,
Dayîna wê, Sitî û gellek cariyên
wê bi bezî bezî çûn zîndanê,
dîtin ku Memê miriye. Lê gava Zînê
destê xwe di serê wî da û gazî wî
kir, ew vejiya, lê Zîn nasnekir, jê re gotin
vaye Zîn hatiye huzûra te, tu jî rabe here bexiþîna
xwe ji Mîr bixwaze, Mîr hazir e te efû bike.
Wê gavê tê ji zîndanê derkevî
û bigihîjî Zînê. Lê wî
ev yek red kir got;
- Ez tenê Xwedê
wek mîrê xwe dinasim, ez naçim ji qûlan
efûyê naxwazim.
Zîn û dora
xwe vegeriyan qesrê. Ku Mîrî ev yek bihîstin,
bi rastî îdî poþman bû, hem Mem
û hem Zîn efû kir. Lê xeber hat ku Mem
ebediyen miriye. Girî û þîn bi vê
xeberê re ket nava bajarê Cizîrê. Xelkê
Cizîrê hemî bi hev re rabûn bi merasim
û hela helayeka mezin a wekî roja heþrê
Memo birin di gorrê de veþartin. Zînê
jî ji Mîr Zeyneddînê birayê xwe
re got ku:
- Piþtî
mirina Memo ez nikarim bijîm, ez ê jî bimrim
xwe bigihînim wî. Lê min divê di zewaca
Tacdîn û Sitîyê de te çawa dawetek
mezin li dar xist tu ji bo me jî dawetek wiha li dar xî.
Zînê çû
xwe avêt ser gorra Memê û giriya, heta ku ew
jî mir. Di wê navê re gava Tacdîn ber
bi hawara mirina Memo ve diçû, rastî Beko hat,
þûrê xwe kêþa û ew li wê
derê kuþt.
Cizîrî rabûn
Zîn jî anîn xistin gorra Memê û
Beko jî li goreka nêzî wan veþartin. Piþtî
demekê du darên servîyan li ser gorrê
þîn bûn lê stirîyek di navbera wan
de hilat û nehiþt ku ew xwe bigihînin hev.
Ji wê rojê
pê ve xelkê heta heta Mem û Zîn bi navê
evîndarên zulmlêkirî û Beko jî
bi navê fesadî û gelaciyê bibîr
anîn ji xwe re kirin îbret.
Yê ku bi kurtî
nivîsiye: Mûrad Ciwan