Rovîyê
dûvqut
Hebû tunebû,
pîrek hebû. Pîrê bizinek hebû. Her
roj pîrê diçû bêriyê, bizina
xwe didot, tanî malê, ji xwe re dikir mast, penêr,
lorik, toraq, çortan û gellek tiþtên
din ku meriv jî þîrî çêdikir.
Rojekê gava pîrê
ji bêriyê vedigerriya, roviyekî fennek ew dît.
Bîhna þîrê germ ê taze hat bêvila
wî, dilê wî gellek bijiya þîrî.
Bi dizî da dûv pîrê, ew taqîb kir,
kir heta pîrê hat mala xwe. Rovî xwe li quncikekî
teland heta pîrê derket derva, çû nava
malan. Ku pîrê çû, rovî bi dizîka
ket hundur, elbika þîrê pîrê bi
ser xwe dakir, hemî vexwar û da rê çû.
Pîrê hat
malê, dîna xwe dayê ku þîrê
wê hatiye dizîn. Pîrê gellekî li
ber ket, lê çi bike!? Tiþtekî ku bikira
tune bû.
Bu sibe, pîrê
cardin çû bêriyê, bizina xwe dot û
vegerriya mala xwe. Roviyê fennek wê rojê jî
li pey pîrê hat, xwe li quncikekî teland. Gava
pîrê derket derva, çû þîrê
pîrê hemî bi ser xwe dakir,vexwar.
Roja din jî û
yeka din jî bi vî awayî derbas bû. Pîrê
her ku þîrê xwe dianî, jê dihate
dizîn. Rojekê pîrê got ªêdî
bes e, ez ê xwe veþêrim û li bendê
bim bê kî tê þîrê min vedixwe.
Ew kî be ez ê derseka mezin bidim¼ê´.
Roja din pîrê
çû bêriyê, bizina xwe dot û hate
malê. Þîrê xwe danî hundur û
derket derva. Lê hema zûzûka çû
di paca paþiya malê re bi dizîka kete hundur,
þûnikê kinca xist destê xwe û xwe
li piþt derî teland.
Wê rojê
jî wekî her gav rovî li pey pîrê
bû. Ku dît pîrê ji malê derket,
hema bi lez baz da hundur û elbika þîrî
bi ser xwe dakir, hemî vexwar. Pîrê her tiþt
bi çavê xwe dîtin. Hêrs bû, þûnikê
xwe rakir. Gava rovî vegerriya ku di derî re derbas
bibe biçe, tam di nava derî de pîrê þûnik
got ªhimmm´ li qorrika rovî da. Rovî xwe
da alî, qorrika xwe xelas kir. Lê þûnik
li nîveka dûva wî ket û dûv qut
kir. Bi tirseka mezin û bi jana dûvê, heta jê
hat baz da, çû çolê.
Pîrê dûva
rovî girt û bi dilê rehet çû ser
karê xwe.
Roviyê me jî
bi poþmaniyeka mezin da rê çû nava roviyên
heval ên xwe. Gava roviyan ew dîtin û dîna
xwe danê ku dûva wî qut bûye, hemî
bi carekê de pê keniyan, gotin:
- Ho roviyo qolo quto,
Min di bin dûva te hilkuto!
Ho roviyo, qolo quto,
Min di bin dûva te hilkuto!....
Roviyê dûvqut,
þerm kir, neþiya biçe nava wan. Bi hustuxwarî
da rê çû, bi tenê ma.
Roj hatin û buhurîn,
dûva rovî rehet bû, lê ew her roviyê
dûvqut ma. Neþiya biçe nava roviyan bilîze.
Rojekê got ªez ê herim baxiþandina xwe
ji pîrê bixwazim, bila dûva min li min vegerrîne
da ez jî bikaribim biçim nava hevalên xwe,
yariyan bikim.´
Da rê çû,
çû ber deriyê pîrê. Teq, teq li
derî da. Pîrê got:
- Ew kî ye?
Rovî got:
- Ez im, ez roviyê dûvqut im. Min divê ez te
bibînim!
Pîrê got:
- Were hundur.
Rovî çû
hundur, got:
- Pîrê, ez hatime doza bexiþandina xwe li te
bikim. Ez poþman im, uzrê xwe ji te dixwazim. Min
divê tu dûva min li min vegerrînî.
Pîrê got:
- Baþ e ku tu baqil bûyî. Lê poþmanî
ne bes e. Here þîrê min bîne, ez jî
dûva te li te vegerrînim.
Rovî da rê,
çû ku þîrê pîrê bîne.
Çû ba bizinê, got:
- Bizinê, bizinê, ma tu nikarî xêra xwe
elbikek þîr bidî min,
bibim bidim pîrê,
pîrê jî dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.
Bizinê got:
- Baþ e, lê tu jî here ji min re çêrê
bîne, ez bixwim da þîr têkeve guhanên
min, ez bidoþim bidim te.
Rovî çû
ser mêrgê, got:
- Mêrgê, mêrgê tu xêra xwe nikarî
çêrê bidî min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, þîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.
Mêrgê got:
- Baþ e, lê tu jî here avê bîne
bide min, da çêreya min gurr û himbiz bibe,
ez bidirûm, bidim te.
Rovî da rê,
çû ser kaniyê, got:
- Kaniyê, kaniyê ma tu xê ra xwe nikarî
avê bidî min,
bibim bidim mêrgê
mêrg jî çêreyê bide min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, þîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.
Kaniyê jî
got:
- Baþ e, lê tu jî here ji keçikên
gundî re bibêje, bila werin li ser min dîlanê
bigrin, da kêfa min were, ez jî avê bidim te.
Rovî da rê,
çû ba keçikên gundî, got:
Keçikno, keçikno, ma xêra xwe hûn nikarin
werin li ser kaniyê dîlanê bigrin da
kêfa kaniyê were, avê bide min,
bibim bidim mêrgê,
mêrg jî çêreyê bide min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, þîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.
Keçikan gotin:
- Baþ e, tu jî here ji bo me her yekê cotek
þimik bîne da em werin serê kaniyê dîlanê
bigrin.
Rovî da rê,
çû ba goþkarî, got:
- Goþkaro, goþkaro, ma tu nikarî xêra
xwe þimikan bidî min,
bibim bidim keçikan,
keçik biçin ser kaniyê, dîlanê
bigrin,
kêfa kaniyê were, avê bide min
bibim bidim mêrgê,
mêrg jî çêreyê bide min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, þîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.
Goþkarî
got:
- Baþ e, lê here ji min re hêkan bîne
da ez jî þimikan bidim te.
Rovî çû
ba mirîþkê, got:
- Mirîþkê, mirîþkê, ma tu
nikarî xêra xwe hêkan bidî min,
bibim bidim goþkarî,
goþkar þimikan bide min,
bibim bidim keçikan,
keçik biçin ser kaniyê, dîlanê
bigrin,
kêfa kaniyê were, avê bide min,
bibim bidim mêrgê,
mêrg jî çêreyê bide min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, þîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.
Mirîþkê
got:
- Baþ e, lê here ji min re qût bîne da
bixwim, hêkan bikim, bidim te.
Rovî da rê
çû ba kewarê got:
- Kewarê, kewarê, ma tu nikarî xêra xwe
qût bidî min,
bibim bidim mirîþkê,
mirîþk hêkan bide min,
bibim bidim goþkarî,
goþkar þimikan bide min
bibim bidim keçikan,
keçik biçin ser kaniyê, dîlanê
bigrin,
kêfa kaniyê were, avê bide min,
bibim bidim mêrgê,
mêrg jî çêreyê bide min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, þîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.
Kewarê got:
- Baþ e, lê baran tê, ji banê xanî
de dilop bi ser min de tên, ez neþêm danê
hundurê xwe ziwa biparêzim. Tu here serê banî
bangeran bike, bila dilop bên birrîn ez jî qût
bidim te.
Rovî çû
ser banê xênî,
qeysik xist bangeranî,
banê xênî gerrand,
dilop rawestiyan.
Rovî çû ba kewarê,
kewarê qût dayê,
bir da mirîþkê,
mirîþkê hêk danê,
bir da goþkarî,
goþkêr þimik danê,
bir da keçikan,
keçik hatin li ser kaniyê reqisîn.
Kêfa kaniyê hat, av dayê,
bir da mêrgê,
gîhayê mêrgê gurr û geþ bû,
mêrgê gîha dayê,
bir da bizinê,
bizinê þîr dayê,
bir da pîrê.
Kêfa pîrê
hat, ew bexiþand, anî dûva wî bi xiþran
xemiland û pê ve kir. Dûveka ji ya berê
xweþiktir a bi xeml û xiþr li pey rovî,
da rê çû nava hevalên xwe.
Hemyan li rovî
nihêrtin, þaþ man, gotin:
- Rovî te ev dûva xweþik a rengîn ji ku
anî?
Rovî jî
di dilê xwe de got, ªvan gellek henekên xwe bi
min kiribûn, ez ê jî îro fennekê
bînim serê wan´. Bi deng got:
- Hûn dizanin, golek li vê nêzîkayiyê
heye. Ez êvarê çûm, min dûva xwe
xist nava golê, ez heta êvarê tê de rawestiyam.
Sibehî ez rabûm ku dûva min bi vî awayî
xemiliye.
Roviyên din, hemiyan
gotin.
- Baþ e, em jî herin dûvên xwe têxin
golê, bila dûvên me jî bixemilin.
Hemî bi hev re
çûn, dûvên xwe xistin nava golê.
Dema zivistanê
bû, dinya gellek sar bû. Bi þevê ava golê
qerisî, dûvên hemiyan pê ve man. Gava
rovî pê ewle bû ku hemî hiþk bi
golê ve mane, baz da çû ber gundê nêzîk
û kire zûrre-zûrr. Seyên gundî pê
hesiyan û dan dûv wî. Rovî jî hat
di navbera roviyên nava golê re beziya çû.
Se jî hemî bi hev re bi ser golê de hatin. Gava
roviyan dîtin ku seyên gundî gîhaþtine
hev û ber bi wan de dibezin tên, ji tirsa canê
xwe hemî pengizîn û zora bezê kirin. Lê
ji bo ku gol qerisî bû, dûvên hemiyan
qut bûn, di golê de man. Kesî neþiya dûva
xwe xelas bike, baz dan çûn hew canê xwe xelas
kirin. Se vegeriyan gundî. Bû sibeh, rovî li
hev civiyan. Hemiya bala xwe dan hev, dîtin ku ji bilî
roviyê dûvqut ê berê hemû bûne
dûvqut.
Roviyê me derket
serê zinarekî, got:
- Lê, we henekê xwe bi min dikir ku çima ez
dûvqut bûm. Niha, îcar dora we ye.
Rovî hemî
poþman bûbûn ku henekê xwe pê kiribûn,
lê bêfêde bû, wan îdî dûvên
xwe wenda kiribûn.
Çîroka
min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.