Roviyê
Þêr
Hebû tunebû,
Þêrek hebû. Rojekê ji rojan, dîna
xwe dayê ku wa ye roviyek ji hember ve tê. Lê
roviyekî jar û belengaz û pirç weþiyayî
bû. Þêrî jê pitrsî:
-Rovî ma xêr e, çima tu wilo belengaz bûyî
û pirça te weþiyaye?
Rovî got:
-Ey serwerê lawiran, îsal dijwar bi ser min de hat
û ez wilo þepirze bûm.
Þêrî
got:
-Gelo ma tu çi dibêjî ku ez te têr bikim?
Rovî got:
-Ma tiþtekî ji vê çêtir heye ku
ez vê sala han têr bixwim.
Þêrî
got:
-Bimeyzîne, çi pirsa ku ez ji te bikim, cewabê
li min vegerrîne.
Rovî got:
-Beþ e, ezbenî.
Þêrî
got:
-Çavên min çawa ne?
Rovî got:
-Çavên te çavên Þêran in.
Þêrî
got:
-Pirça min çawa ye?
Rovî got:
-Muyên te wekî singên di zirhan pîj in.
Þêrî
got:
-Serê min çawa ye?
Rovî got:
-Serê te serê qahremana ye.
Þêrî
got:
-Lepên min çawa ne?
Rovî got:
-Lepên te lepên þêran in.
Þêrî
got:
-De rabe bide pey min.
Rovî da pey þêrî,
çûn çûn, gîhane mêrgeke
wekî mêrga Selekûnê. Malûm e, ku
hesp û hêstirên hesinan tê de ne. Þêrî
bergîlek ji yên qelew raçav kir û lepek
lê da, ji rovî re kire kerma goþtî û
gote rovî:
-De vê carê rabe bixwe û rûnê bixwe.
Her çi cara ku tu birçî bibî, bi ser
min de were.
Rovî jî
kete ser goþtî û têra xwe xwar.
Rojekê, duduyan,
sisêyan, heta ku zikê rovî nepixî, ew
qelew bû û çavên wî sor bûn.
Rojekê dît
ku va ye roviyek ber bi wî de tê. Ew jî wekî
wextê wî yê berê jar û reben e û
belkê jê jî belengaztir e. Jê re got:
-Bira, tu çima wilo belengaz î?
Rovîyê jar
jê re got:
-Bira, ma tu nizanî ku îsal sala xelayê ye.
Roviyê çavsor jê re got:
-Kuro bala xwe bide min, çi pirsa ku ez ji te bikim, tu
li min vegerrîne, ez ê zikê te têr bikim.
Roviyê jar got:
-Baþ e, ezbenî.
Roviyê çavsor
got:
-Çavên min çawa ne?
Roviyê jar got:
-Çavên te, çavên roviya ne.
Roviyê çavsor
got:
-Na bira, wilo mebêje.
Got:
-Lê bêjim çi?
Roviyê çavsor
rabû ew tiþtên ku wî ji þêrî
re gotibûn hemî fêrî roviyê jar
kirin û got:
-A bi vî awayî bêje.
Roviyê jar got:
-Baþ e, ezbenî.
Roviyê çavsor
got:
-Çavên min çawa ne?
Rovîyê jar
got:
-Çavên te çavên þêran in.
Roviyê çavsor
got:
-Pûrta min çawa ye?
Rovîyê jar
got:
-Muyên te wekî singên di zirhan pîj in.
Roviyê çavsor
got:
-Serê min çawa ye?
Rovîyê jar
got:
-Serê te serê qahremana ye.
Roviyê çavsor
got:
-Lepên min çawa ne?
Rovîyê jar
got:
-Lepên te lepên þêran in.
Roviyê çavsor
got:
-De rabe bide pey min.
Rovîyê jar
da pey Roviyê çavsor, çûn çûn,
gîhane mêrgekê. Rovîyê çavsor
bergîlek ji yên qelew raçav kir, xwe zer kire
paþiya wî û lepek lê da. Wî got
qey ew jî wekî þêrî wê bergîlê
bavêje erdê. Lê ne wilo derket. Bergîlî
hema pihînek li nava çavên rovî da, ew
li erdê dirêj kir. Roviyê jar, tirsiya, xwe
bi dûr xist û got:
-Welle, bira, min dizanî ku tu ne þêr î,
lê te xwe li ber çavên min dikire þêr.
Min jî bi hêviya çêniyek qoþt,
digot, »Belê!«.
Çîroka
min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.