Þêr
û kevroþk
Hebû tunebû,
carekê ji caran, þêrek hebû ku hakimê
hemî daristanana bû, hukumdarî li ser hemû
lawir, teyr û tirûrên daristanê dikir.
Rojekê wî
biryar da ku li ser her cinsekî heywanan þîv
an taþtêyekê ferz bike û ew hercarê
bi dorê jê re bînin. Hemû cinsên
lawir û teyran ketin dorê, hinan taþtê,
hinan þîv jê re anîn.
Rojekê dora kevroþkan
jî hat. Hemû li hev civiyan ku biryara xwe bidin bê
wê çawa taþtêya þêrî
peyda bikin. Kevroþkekî þareza ji nava wan rabû
got:
­­ Hûn xema mexun û îþê
xwe pê mekin; ex ê bi xwe taþtêya þêrî
peyda bikim.
Hemûyan bi hev
re gotin:
­­ Mala te ava.
Û bi dilaramî belav bûn.
Kevroþkê
me sê rojan ma li malê û bi ser þêrî
da neçû, bû roja çaran çû
derket hizûra þêrî. Þêr bi
ser de qîriya got:
­­ Ma dora taþtêya min ne li ser we bû?
Ev sê roj in ji we kes bi ser min de nehatiye... Ez wilo
birçî mam.
Kevroþkî
bi rêz jê re got:
­­ Ez benî, roja pêþîn min taþtêya
te anî, lê heywanekî din heye, her wekî
te ye, rê li min girt û taþtê ji min sitend.
Þêrî
got:
­­ Gelo tu kesê din ê wekî min heye
ku hukum li ser heywanên daristanê bike?
Kevroþkî
got:
­­ Belê heye. Heke te divê, rabe em biçin
ez ê wî nîþanî te bidim.
Þêr got:
­­ De bide pêþiya min em herin cem wî
hukumdarî.
Kevroþkî
da pêþiya þêrî, çûn
çûn heta ku li ser devê bîrekê
rawestiyan. Kevroþkî got:
­­ Va ye hukumdar di vê derê de ye.
Gava ku Þêr
bi ser bîrê de vêl bû wêneyê
xwqe di avê de dît. Dîna xwe dayê ku þêrekî
hema wkî wî xwiya dike. Hema ji wê derê
xwe avêt ser wêneyê xwe. Pê re pê
re çû binê avê, bîr kûr û
teng bû ew neþiya derkeve, fetisî. Kevroþk
jî û hemû lawir û teyr û tirûrên
daristanê jî ji þêr û zilma wî
xelas bûn.
Çîroka
min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.