SILKO
Hebû
tunebû, jin û mêrek hebûn. Navê
jinikê Fatê, yê mêrik Silko bû.
Rojekê gava Fatê
çûbû nava malan, dîzikfroþ hatin
nava gund ku dîzikên xwe bifroþin. Silko jî
çû dîzikek kirrî. Bû êvar,
Fatê hat malê. Silko got:
- Fatê ma tu zanî ku min îro dîzikek kirrîye?
Fatê got:
- Ka hela bîne, ez bala xwe bidimê.
Silko dîzik anî,
nîþanî Fatê da. Fatê got:
- Baþ e ma te ji wan pirsî ku meriv çi qas
av û çiqas dan dixe dîzika xwe? Silko got:
- Na.
Fatê got:
- Nexwe nabe, heke em nizanibin em ê çi qas dan û
çi qas ave têxin dîzika xwe em nikarin tê
de þîvê bikelînin.
Silko got:
- Ez ê herim dîzikfiroþan bibînim, ji
wan bibirsim.
Rabû bi rê
ket. Lê dîzikfiroþ ji zû ve gund bi cîh
hiþtibûn û berê xwe dabûn gundên
din. Silko bi pey wan ket, ha li vî gundî û
ha li wî gundî, de, de, di dawiyê de ew li gundekî
zeft kirin. Çû nik wan pirsiyar kir:
- Dîzikfiroþno, min dîzikek ji we kirrî,
we negot ez çi qas av û çi qas dan têximê
û bikelînim. Dîzikfiroþan bala xwe dan
hev, di bin simbêlan re keniyan, lê bi Silko nedan
diyarkirin, jê re gotin:
- Here, gava te þîv da serê hema çengek
av û alîçengek jî dan têxe dîzikê
û bikelîne.
Silko got:
- Baþ e!
Da rê ku vegerre
mala xwe. Lê gundê wî dûr bû, diviya
di ser çend gundan re derbas bibûya heta ku bigihîþta
mala xwe. Ji bo ku tarîfa þîvê jibîr
neke, dest pê kir got:
- Çeng-alîçang, çeng-alîçeng,
çeng-alîçeng.........
Hat ber gundekî,
havîn bû xelk li ser bênderan bûn, her
kesê bêndera xwe li ba dikir. Got:
- Selamun aleykum, çeng-alîçeng, çeng-alîçeng....
Her kesî bala xwe da wî. Gotin qey ji bênderên
wan re wiha dibêje. Hemî beziyan ser Silko, têra
wî lê dan, gotin:
- Çawa tu dikarî wiha bibêjî! Ev xêr
û bereketa ku îsal di bênderên me de ye,
tu dibêjî çeng-alîçeng...
Silko got:
- Lê bibêjim çi?
Gotin:
Bibêje tim a wiha be!...
Silko got:
- Tim a wiha be, tim a wiha be, tim a wiha be... Ber bi gundê
xwe ve da rê, çû. Çû çû,
gîhaþt gundekî. Dîna xwe dayê ku
peyayên gund hemî li ser gorristanê ne, yek
ji wan miriye wî defin dikin. Silko di ber wan re derbas
bû, got:
- Selamun aleykum, tim a wiha be, tim a wiha be, tim a wiha be....
Gundiyan gotin qey li ser wan wilo dibêje. Hêrs bûn,
çûn têra Silko lê dan, gotin:
- Mala te xera nebe, ev e yek ji me mirîye, em li ser gorra
wî ne, tu hatiyî dibêjî ªtim a wiha
be!ª Ma ev heqqê Xwedê ye?!
Silko got:
- Lê bibêjim çi?
Gotin:
- Bibêje eve bû yekî din nebe. Silko got:
- Baþ e û ber bi gundê xwe ve birê ket.
- Eve bû yekî din nebe, eve bû yekî din
nebe, eve bû yekî din nebe....... Hat hat, ber gundekî,
dîna xwe dayê ku þahî ye, dawet e, bûkê
tînin. Silko hat ber berbûriyan, got:
- Selamun aleykum, eve bû yekî din nebe, eve bû
yekî din nebe... Gundî þaþ man, hêrs
bûn çûn têra wî lê dan, lê
dan û ew berdan.
Silko ji meþ û lêdanê perîþan
bûbû. Berê xwe da malê, bi rê de
bû êvar, baranekê dest pê kir. Silko di
wê tarîtiyê de, di wê þil û
þepeliyê da hat hat, ber deriyê mala xwe. Derî
daêxistî bû. Teq teq li derî da. Jina
wî Fatê ji hunduro bang kir got:
- Ew kî ye?
Silko got:
- Ez im!
- Tu kî yî?
Lê Silko hingî lêdan xwaribû, westiya
bû û þil bûbû, navê wî
nehate bîra wî. Got:
- Ez im hû, ez!
- Tu kî yî?
- Ez ewko me!
Jinikê di pencerekê re bala xwe dayê, dît
ku Silko ye. Baran hîn jî dibariya, Silko perîþan
bûbû. Jinikê di dilê xwe de got heta ew
navê xwe nebêje ez derî lê venakim:
Got:
- Erê kuro tu kî yî?
Got:
- Keçê ez ewko me, ewko!
Got:
- Ma tu binerdiko yî?
Got:
- Aha te li ber xist!
- Ma tu pîvazo yî?
Got:
- Na, na tu dûr çûyî!
Kir nekir jinikê
jî navê wî yê rastîn jê re
negot. Dawiya dawî jinikê got:
- Ez derî li te venakim.
Silko mecbûr, çû li ser tendûra ber malê
kilor bû, heta sibehî li wê derê nivist.
Heke bû sibe, roj hilat, Fatê ji hunur derket, hat
ber tendûrê dît ku mêrê wê,
wa ye li ser tendûrê ye. Got:
- Kuro ev Silkoyê me ye! Silko ji niþka ve veciniqî
got:
- Errik, hela bala xwe bidê, navê min Silko ye, ji
do de min dikir nedikir nedihat bîra min.
Fatê Silko anî
hundur, serê wî þûþt, kincên
ziwa lê kirin. Heþê Silko hat serê wî,
çîroka xwe ji serî heta binî ji jina
xwe re veguhast û di dawiyê de got:
- Tobe, ez careka din kêmaqiliyeka wiha nakim.
Çîroka
min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.